Serdana Vens bo Ermenîstanê xaleke werçerxê ye di hevkarîya di navbera herdu welatan de:baylozxana Amêrîkayê

Serdana cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Vanse bo Ermenîstanê xaleke werçerxê ye di hevkarîya di navbera herdu welatan de. Li gorî “Armenpress” ê, sefaretxaneya Amêrîkayêye li Ermenîstanê derbarê vê yekê de notek girtîye.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin:”Em bi rûmet in ku di vê serdana dîrokî de pêşwazîya cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Vêns, xanima duyemîn Ûşa Vênsê û malbata wan li Ermenistanê dikin. Ev bi rastî xaleke werçerxê ye di hevkarîya di navbera her du welatên me de. Cîgirê serok Vêns bi serokwezîr Nîkol Paşînyan û rayedarên payebilind yên hukumetê re dicive da ku destkeftîyên sereke yên ji civîna aşîtîyê ya 8 ê tebaxê li Waşîngtonê, ji bo pêşvebirina pêkanîna TRIPP ê, û ji bo destnîşankirina qonaxeke nû di hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-amêrîkî de destnîşan bike”.







