Perekirina YouTube wê li Ermenîstanê dest pê bike

YouTube ragihandîye ku wê li Ermenîstanê ji naveroka ku li ser vê platforma hilberîna vîdyoyan hatîye efirandin pere qezenckirin.
Li gorî “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan, daxuyanîya YouTube ê ya derbarê berfirehkirina beşdarîya wê di bazara Ermenîstanê de pêşwazî kirîye.
Wezîr destnîşan kirîye:”Ev gaveke girîng e ji bo qewîkirina aborîya dîjîtal ya Ermenîstanê, bihêzkirina civaka me ya hilberîner/efirînerên naverokê ku bi lez mezin dibe û her weha pêşvebirina xuyabûna gerdûnî ya naverok, çand û nûjenîya ermenî”.
Ji bo Ermenîstanê, platformên mîna YouTube ne tenê li ser naverokê ne: ew li ser derfetên aborî, karsazîya dîjîtal û qewîkirina berxwedana giştî li dijî dêzînformasyonê bi rêya dengên cihêreng û pêbawer in.
Wezîr tekez kirîye ku wezîreta pîşesazîya teknolojîya bilind wê bi hevkarên sereke yên cîhanî re hevkarîyê bidomîne da ku efirîner û şîrketên teknolojîyê yên ermenî bi tevahî di ekosîstema dîjîtal ya cîhanî de bên întêgrekirin.
Wezîr axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Em li benda pêşveçûna berdewam ya van nêzîkatîyên erênî bi hevkarên xwe yên amêrîkî re ne û em amade ne ku hevkarîya xwe bi YouTube û civaka têknolojîyê ya berfirehtir re kûrtir bikin”.







