SerekeSîyasî

2 hezar çekdarên DAIŞ ê yên tirk ji Sûryayê bo Iraqê tên veguhestin

Medyaya Tirkyayê hûrgilîyên nû derbarê veguhestina girtîyên DAIŞ ê ji Sûryayê bo Iraqê eşkere kirine. Li gorî nûçeyan, nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞ ê yên ku nasnameya tirkî hildigirin, ji girtîgehên Hêzên Sûryaya Dêmokratîk (HSD) ber bi Iraqê ve tên şandin.

Ev prose, di çarçoveya rêkeftineke sêalî ya ewlehî û dadwerî de ye ku di navbera Bexdayê, Waşîngtonê û Enqereyê de hatîye îmzekirin. Bi giştî biryar e 7 hezar girtiyên DAIŞ ê bên veguhestin ku ji wan derdora 2 hezar kes, welatîyên Tirkyayê ne.

Tîmên ewlehîyê yên Tirkyayê bi hevahengîya Amêrîkayê, bi rêya şopa tiliyan û lêkolînên hûr, nasnameyên van girtiyan pişrast kirine, da ku bi temamî zelal bibe bê ka kîjan ji wan welatîyên tirkiyê ne.

Di nava lîsteya veguhestinê de çendîn serkirdeyên diyar û xeternak yên DAIŞ ê hene.Yek ji wan Ilyas Aydîn e ku bi navê “Ebû Ubeyde” Mîrê Stembolê) tê naskirin.Aydîn bi teqîna mezin ya Enqereyê ya sala 2015 a tê tometbarkirin. Herwiha navên mîna Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî, ku di lîsteya herî xeternak ya Tirkyayê de ne, di nava kesên tên veguhestin de ne.

Iraqê, Tirkyayê û Amerîkayê li hev kirine ku tometên “jênosîd” û “tawanên li dijî mirovahiyê” arasteyî van serkirde û endamên DAIŞ ê bikin. Enqere û Waşîngtonê soz dane ku hemû belge û zanyarîyên îstîxbaratî yên di destê wan de ne, radestî dadgehên Iraqê bikin.

Li gorî planê, piştî ku ev kes li Iraqê ji lêpirsînê derbaz bibin û dadgehkirina wan ya destpêkê bidawî bibe, wê radestî Tirkyayê werin kirin. Li Tirkyayê wê li gorî yasayan, cezayên xwe biqedînin yan jî ji nû ve werin dadgehkirin.

Bexda ev demeke dirêj e daxwaz ji welatên cîhanê dike ku welatîyên xwe yên endamên DAIŞ ê werbigirin û berpirsyarîya wan hilgirin, da ku barê ewlehî û yasayî yê li ser Iraqê sivik bibe. Ev rêkeftina sêalî wek pêngaveke giring ji bo çareserkirina vê krîzê tê dîtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button