H’emû nûçeSereke

Ji sala 2027 a de, sînorê  Ermenîstanê bêyî  kontak dikarin derbazbin

Em li bendê ne ku pasaportên bîyometrîk ji payîza 2027 a ve li Ermenîstanê bên bicîhkirin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di seheta hukumetê ya  11 ê sibatê ragîhandîye.

Ewî her wiha gotîye ku ji wê demê û pê ve, divê kesên ku xwedîyê pasaportên weha ne, derfeta derbazbûna ji sînorê Ermenîstanê bêyî kontak hebe. Paşînyan destnîşan kirîye ku “Ji bo vê yekê tiştê ku pêwîst e ev e Dewletên Yekbûyî, ku xwedîyê van teknolojîyan e, van têknolojîyan bi me re parve bike û min ev mijar bi cîgirê serokê Amêrîkayê re niqaş kirîye û ji hevkarên me temînat wergirtîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button