H’emû nûçeSereke

Maşên lêkolîneran li Ermenîstanê bi 105-300 selefî zêde bûne

Fînansa zanistê li gorî sala 2018 a 180 selef zêde bûye (heta 40 mîlyard dram). Derheqa wê yekêda wezîra perwerde, zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyanê  di civîna hukumetê ya 11 ê sibatê de ragîhandîye.Ewê piştrast kirîye ku mûçeyên lêkolîneran bi 105-300 selefî zêde bûne.

Li gorî wê, ji 3,761 lêkolînerên li Ermenîstanê, 2,017 jin in.Ewe rave kirîye ku 53.6 selefê lêkolîneran jin in.

Andrêasyanê zêde kirîye: “Asta beşdarbûna jinan di zanistê de li Ermenîstanê ji navînîya cîhanî, 1.7 qat, pir zêdetir e. Wekî din, 58 selefê jinên ku di zanistê de beşdar dibin di bin 50 salî de ne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button