H’emû nûçeSereke

Mijarên têkildarîya hevkarîya Ermenîstan-Amêrîkayê di warê parastinê de hatine niqaşkirin

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan, pêşwazî li karmendê kar û barên balyozxaneya Dewletên Yekbûyîye li Ermenîstanê, Dêyvîd Alênî kirîye.

Wek ku em ji daxuyanîya wezîreta Ermenîstanêye  parastinê fêr dibin, Sûrên Papîkyan ji bo wergirtina vê wezîfeyê pîrozbahî li Dêyvîd Alênî kirîye û jê re serkeftin xwestîye.

Hevdîtinê de, mijarên têkildarîya hevkarîya Ermenîstan-Amêrîkayê di sêktora parastinê de hatine niqaşkirin.

Sûrên Papîkyan girîngîya hevkarîya Ermenîstan-Amêrîkayê di vê heyamê de, ku Ermenîstan di qonaxeke çalak ya rêformên parastinê de ye, destnîşan kirîye.Her wiha behsa hevkarîya leşkerî-têknîkî ya dualî jî hatîye kirin. Hevpeyvînan bi taybetî li ser warên perwerde, rahênan, tetbîqatan, danûstandina ezmûnê û şêwirmendîya pîşeyî sekinîne.

Dêyvîd Alên amadebûna Amêrîkayê ji bo pêşxistina hevkarîya parastinê bi Ermenîstanê re û her weha piştgirîya ji bo pêvajoya rêforma parastinê ya Ermenîstanê anîye ziman. Mijarên têkildarî ewlehîya herêmî û navneteweyî jî hatine niqaşkirin.

Dêyvîd Alên amadebûna Amêrîkayê ji bo pêşxistina hevkarîya bi Ermenîstanê re di sêktora parastinê de û her weha piştgirîya ji bo pêvajoya rêforma parastinê li Ermenîstanê anîye ziman.

Mijarên têkildarî ewlehîya herêmî û navneteweyî jî hatine nîqaşkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button