SerekeSîyasî

Encûmena Efrînê ya sîvîl: 400 malbat vedigerin ser cih û warên xwe

Encûmena Efrînê ya sîvîl amadekarîyên vegera 400 malbatên efrînî yên koçber dike.Tê payîn ku ev karwanê yekem di nava çend rojên bê de berê xwe bide gund û navçeyên Efrînê.

Piştî koçbereîyeke dirêj, encûmena Efrînê ya sîvîl proseyeke nû ji bo vegera xelkê Efrînê daye destpêkirin. Di qonaxa yekem de, navên 400 malbatî hatine tomarkirin, da ku vegerin ser mal û milkên xwe.

Berpirsê encûmenê Hêmin Kurdaxî derbarê hûrgilîyên vegerê de ragihandîye, dabeşkirina malbatan li gorî herêman bi vî rengî ye:

– 150 malbat ji bo navçeya Cindirêsê.

– 150 malbat ji bo navçeya Mabeta.

– 100 malbat ji bo navçeya Şîyê.

Kurdaxî bal kişandîye ser wê yekê, vegera koçberan bi hevahengîya rêveberîya herêmê û parêzgeha Helebê ya ser bi hukumeta Sûryayê ve, di warê lojîstîk û ewlehîyê de tê birêvebirin.

Çalakvanê sîvîl Îbrahîm Heftaro derbarê nîgeraniyê xelkê de gotîye: “Em dixwazin vegera me bi rûmet û bi ewle be. Divê mal û milkên kurdan yên ku hatine dagirkirin bên valakirin û radestî xwedîyên wan bên kirin. Heger em nekaribin vegerin malên xwe, bawerîya me bi ti proseyê nayê”.

Efrînî 4 caran aware bûn

Nêzîkî hezar malbatên efrînî li parêzgeha Hesekê û deverên din asê mane. Di nava çend salên borî de, xelkê Efrînê ji ber şer û alozî û opêrasîyonên leşkerî 4 caran ji cîh û warên xwe aware bûne û niha dixwazin vê jiyana awarebûnê bi dawî bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button