Cejna Xidir Îlyas ya êzidiyan: roja lêborîn, yekitî û bîranîna qencîyan

Civaka êzidî li herêmên cuda yên Kurdistanê, bi taybetî li gundê Xatara, bi merasîm û ayînên taybet “Cejna Xidir Îlyas” pîroz kirine.Vê cejnê de ku wekî “Cejna Miraza” tê naskirin, hêvîya herî mezin ya êzidîyan vegera bi rûmet ya bo Şengalê bû.
Li gundê Xatara ku yek ji gundên herî dêrîn yên êzidîyan e, amadekarîyên cejinê li aşekî dîrokî yê 157 salî dest pê kirine. Bi sedan welatî li ber vî aşî kom bûne, da ku dexl û denê cejinê bihêrin û amadekarîya xwarinên taybet bikin.
Yek ji hîmên herî girîng yên cejina Xidir Îlyas, amadekirina “Poxwîn” û “Çerxûs” e. Welatîyan 7 cureyên cuda yên berhemên çandinîyê (wek genim, ceh, nîsk, nok, kuncî) anîne aş û piştî qelandin û hêrandinê, wek sembola xêr û bereketê li malbat û cînarên xwe dabeş kirine.
Niştecîhên herêmê diyar dikin, ev kevneşopî ji bav û kalan ji wan re maye û her sal bi heman coşê tê nûkirin. Xwedîyê aş Muştqa Silêman gotîye: “Ev aşê me 150 sal zêdetire û her sal di vê cejinê de, dibe navenda komkirina xelkê. Em poxwîna xwe amade dikin ku nîşana pîrozîyê û bereketa salê ye”.
Rojiya Xidir Îlyas û cejina Biratîyê
Berî cejinê, êzidî sê rojan (sêşem, çarşem û pêncşem) rojî digirin, roja înîyê jî dibe roja cejinê ku tê de serdana mezar û cihên pîroz dikin. Êzidî bawer dikin ku Xidir Îlyas “Mirazbexş” e û her kesê ku bi dilê xwe yê pak rojî girtibe û dûa kiribe, wê bigihîje mirazê xwe.
Hêvîyên şengaliyan:vegera bo ser axa bav û kalan
Di pîrozbahîyên îsal de, bîranîna Şengalê û rewşa awareyan di serê rojevê de bûye. Bi hezaran şengalîyên ku hîn jî di kampan de dijîn, di vê cejinê de tenê mirazekî wan heye, ew jî vegera bo Şengalê ye.
Koçberên şengalî yên ku li gundê Xatara û kampên derdorê dijîn, bang dikin ku şert û mercên aram û ewle li Şengalê bên avakirin, da ku ew karibin sala bê cejina xwe li ser axa xwe û li nava malên xwe pîroz bikin.
Ev cejin her sal dikeve pêncşema yekem ya meha sibatê (li gorî salnameya rojhilatê) û pênc rojan berdewam dibe. Di vê cejnê de êzidî qurbanan serjê nakin, ji ber ku li gorî baweriya wan ev dem werzê zêdebûn û zayîna ajelan e. Di heman demê de, ev roj wek cejina yekîtîyê û lêborînê tê qebûlkirin.







