SerekeSîyasî

Max  mêsêncêr milkê şexsî yê malbata Pûtin e: lêpirsîn

Rojnamevan Andrêy Zaxarov lêkolînek weşandîye ku eşkere dike ku sepana nû ya peyamnêrîyê ya rûsî Max, ku bi awayekî çalak wek altêrnatîfek ji bo WhatsApp û Telegram tê pêşve xistin, milkê şexsî yê malbata serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e, rapora The Insider ê dinivîse.

Serlêdana peyamnêrîyê ya Max a VK Holdîngê ye, ku yek ji hissedarên sereke yên wê şîrketa sîgorteyê “Sogaz” e. Pismamê Vladîmîr Pûtîn, Mîxayl Şêlomov, bi rêya şîrketa Sankt Pêtêrbûrg “Aktsêpt” ê, xwedîyê pişkek tê de ye. Li gorî daxuyanîyên darayî yên sala 2024 a, Şêlêlomov pişka xwe ya di VK de diparêze.

Mîxayl Şêlomov kurê birazîya Pûtîn e. Di destpêka salên 2000 î de, ewî wek wênekêş kar dikir û piştî ku Pûtîn hat ser desthilatê, bi mîlyarda dolar hebûn dest pê kirin li ser navê wî bên tomar kirin, di nav wan de hisseyên li “Rossiya” bankê û “Sogaz” bank hebûn.

Li gorî Zaxarov, Þêlomov jîyaneke sade dijî: ew dîwarê kulubeya xwe ya havînê tamîr dike û li şîrketeke girêdayî “Rossiya” bankê di pozîsyoneke nizm de dixebite û mehê nêzîkî 300 000 rûbl qezenc dike. Di axaftineke têlêfonê de bi Zaxarov re, Şêlomov israr kir ku “tu têkilîya wî bi peyamnêrê Max re tune ye”.

Zaxarov tekez dike ku berevajî Dewletên Yekbûyî yan Çînistanê, ku rêberên neteweyî xwedîyê parên sepanên peyamnêrîyê yên popûler nînin, li Rûsyayê, dahat ji hêla şîrketên “xezînedarê” Pûtîn Yûrî Kovalçûk û malbata serok bi xwe, bi rêya Şêlomov ve tê wergirtin.

Rayedarên Rûsyayê çavkanîyên îdarî bikar tînin da ku Max pêşve bibin: ew sohbetên dibistanan û berpirsên hukumetê vediguhezînin wir û wan di “Xizmetên hukumetê” de întegre dikin. Di heman demê de, “Roskomnadzor” WhatsApp û Telegramê hêdî dike û asteng dike.

Vladîmîr Pûtîn bi xwe derketina holê ya Max wekî destkeftîyek “serwÿrîya dîjîtal ya bêkêmasî” bi nav kir, lê li gorî nivîskarê lêpirsînê, ev serwêrî vediguhere amûrek dewlemendkirin û kontrolê, bikarhêneran vediguherîne “koleyên dîjîtal”.

Mîlyardêr Alîşêr Ûsmanov sala 2021  ê de hisseyên xwe yên kontrolker yên USM Holding, ku hisseyên VK kontrol dike, firot koma sîgortayê “Sogaz”. Wê demê, hevalê Pûtîn Yûrî Kovalçûk û pismamê serokkomar Mîxayîl Şêlomov jixwe hissedarên herî mezin yên wê bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button