H’emû nûçeSereke

Serokwezîr beşdarî civîna damezrandina encûmena aşîtîyê bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Waşîngtonê beşdarî civîna vekirinê ya konsêya aşîtîyê bûye.

Serokên dewletan, serokwezîr û wezîrên karên der yên dewletên ku beşdarî konseyê bûne, beşdarî çalakiyê bûne. Wezîrê Komara Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan jî beşdarî civînê bûye.

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp axaftina xwe de, dema ku behsa gelek pevçûnên navneteweyî kirîye, li ser pevçûna Ermenîstan-Adirbêcanê jî axivîye û destnîşan kirîye ku piştî 32 salan pevçûnên, serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê ji bo avakirina aştîyê xebateke girîng kirine. Serokê Amêrîkayê ji serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Adirbêcanê re ji bo xebata ku hatîye kirin spas kirîye û girîngîya encamên ku hatine bidestxistin tekez kirîye.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya civînê de bi hevkarên xwe yên ji çend welatan re sohbetên kurt kirîye.

Plana aşîtîyê ya Gazayê û gavên ku ji bo pêşerojê hatine plankirin jî di civînê de hatine raberkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button