H’emû nûçeSereke
Vêns spasîya serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê ji bo avakirina aşîtîyê kirîye

Cîgirê serokê Amêrîkayê Vêns di rûniştina yekem ya “Konsêya aşîtîyê” de axivîye û spasîya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêv kirîye.
“Em ji bo hevkarîya we ji we hemûyan re spasdar in û ez bi taybetî bi serokkomarê Adirbêcanê û serokwezîrê Ermenîstanê re diaxivim, ku ez heftîya borî bi wan re civîyam. Spas ji we hemûyan re ku nîşan dan ku serokatîya rastîn dikare çi bi dest bixe. Dema ku hûn çek, kuştin û wêrankirinê bidin alîyekî û li gelê xwe û serfirazîya xwe veberhênanê bikin, ew dikare destkeftîyên mezin bîne. Ji ber vê yekê spas ji we herduyan re ji bo tiştê ku we kirîye”,- Vêns gotîye.







