
Îraq bang li welatan dike ku welatîyên xwe yên girtî di nav rêzên DAIŞ ê de werbigirin û li welatên xwe wan dadgeh bikin.
Wezîrê Îraqêyî karên der Fûad Husêyn 23 ê sibata sala 2026 adi gotarekê de ji encûmena mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî re behsa rewşa niha ya Îraqê, veguhestina girtîyên DAIŞ ê, têkilîyên Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din kirîye.
Fûad Husêyn tekez jî kirîye ku, Îraq rola xwe ya berpirsîyarane ji bo vegerandina welatîyên xwe ji kampa Holê ya li bakûrê Sûryayê didomîne.Ronî jî kirîye ku heta niha bi rengekê rêkxistî 23 hezar îraqî hatine vegerandin, ku ev jî ji bo Îraqê mijareke ewlehîyê ya girîng e.
Navbirî amaje jî daye: Îraq welatekî azad e, destûra wê fêdêralî ye û li ser vê bingehê jî dezgehên fêdêralî pêş ketine.Di eynî demê de, hevahengîyeke temam di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta fêdêral de heye.
Wezîrê Îraqêyî karên der pareke din ya gotara xwe de jî tekez kirîye ku, Îraq di şerê li dijî têrorê de hevahengîyeke mezin dike. Bang li hemî welatan jî kirîye ku berpirsîyarîya xwe ya exlaqî werbigirin, têrorîstên xwe vegerînin û wan li welatên xwe dadgeh bikin.
Fûad Husêyn tekez jî kirîye ku ji bo Îraqê danûstandin ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya herî baş e.







