H’emû nûçeSereke
Mezinbûna aborîya Ermenîstanê sala 2025 a de 7,2 selef bûye

Mezinbûna aborîya Ermenîstanê sala 2025 a de 7,2 selef bûye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
25 ê kanûna pêşin ya sala 2025 a de, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di rûniştineke hukumetê de ragîhandîye ku mezinbûna aborî wê sala 2025 a bigihîje 6 selefî. Ewî zêde kirîye ku hevkar hene ku vê yekê red nakin ku mezinbûn dikare bilindtir be.







