SerekeSîyasî

Neteweyên Yekbûyî 27 barhilgirên alîkarîyê şandine Kobanîyê

Ofîsa hevahengîya kar û barên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî karwaneke nû yê alîkarîya mirovî yê ku ji 27 barhilgiran  pêk tê şandîye Kobanîyê.

Di nav barhilgirên alîkarîyê de xurek, doşek û kel û pelên din hene.

Her wiha ji bo nexweşxane û stasyonên avê jî sotemenî hatîye şandin.

Ofîsa hevahengîya kar û barên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî  li ser mijarê daxuyanîyek belav kirîye û dîyar kirîye ku karwaneke alîkarîya mirovî yê ji 27 barhilgiran pêk tê derbazî herêmê bûye.

Di daxuyanîyê de wiha hatîye gotin:

“Di nav wesayîtan de kel û pelên bijîşkî û tenduristîyê, xurekên bingehîn, kel û pelên din yên alîkarîya mirovî û sotemenî hene.

Ev alîkarî ji bo piştgirîya pêdivîyên mirovî yên zêde yên li herêmê hatîye şandin”.

“Ev karwanê sêyem e”

Di daxuyanîyê de hatîye destnîşankirin ku kel û pelên bijîşkî û sotemenî ji bo berdewamîya xizmetên tenduristîyê gelekî girîng in.

Hatîye dîyarkirin ku wê sotemenîya hatîye şandin ji bo berdewamîya karê nexweşxane, stasyonên avê û xizmetên din yên bingehîn bê bikaranîn.

Her wiha hatîye gotin ku ev karwanê alîkarîyê yê sêyem e ku bi hevahengîya Neteweyên Yekbûyî û bi hevkarîya sazîyên fermî û rêxistinên civaka sîvîl tê organîzasîyakirin.

Ofîsa hevahengîya kar û barên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî  ragihandîye ku ji bo dema bê plansazîya şandina karwanên nû yên alîkarîyê heye lê heta niha ji bo dema şandina wan salnameyeke tekez nehatîye dîyarkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button