Ratings pêşbînîya xwe ya li ser Ermenîstanê ji bo “pozîtîv” guhêrandîye

Ajansa navneteweyî ya nirxandinê S&P Global Ratings mezinbûna Ermenîstanêye berhema navxweyî sala 2026 a de 5.3 selef, lê sala 2027 a de 4.8 selef pêşbînî dike.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ajansê pêşbînîya xwe ya ji bo Ermenîstanê sererast kirîye.
20 ê sibata sala 2026 a, S&P Global Ratings pêşbînîya xwe ya li ser nirxandina Ermenîstanê ji “erênî” ber bi “pozîtîv” ve guherand. Di heman demê de, ajansê nirxandinên krêdîtîyê yên serwêr yên demdirêj û demkurt yên bi diravê bîyanî û diravê herêmî li “BB-/B” piştrast kirîye.
Ajansê di daxuyanîyekê de gotîye: “Guhertina bo pêrspêktîveke “erênî” nêrîna me nîşan dide ku potênsîyal heye ku dînamîkên jêopolîtîk û ewlehîyê yên herêmî baştir bibin, nemaze di warê pêşveçûna bêtir ber bi normalîzasîyakirina têkilîyên dîplomatîk û bazirganî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de”.
Mezinbûna navînî ya Ermenîstanê salên 2022-2025 a de 7,8 selef bûye, ku yek ji rêjeyên mezinbûnê yên herî zû di nav 143 dewletên serwêr yên ku ji hêla S&P Global Ratings ve hatine nirxandin de ye.
&P Global Ratings pêşbînî dike ku mezinbûn wê bi giranî ji hêla xerckirin û veberhênana taybet ve bê ajotin. S&P Global Ratings pêşbînî dike ku kêmasî wê di navbera salên 2026-2029 a de bi navînî li dora 3.3 selefê berhemên navxweyî be.







