
Serokê Herêma Kurdistanê raporta komîtêya Yekîtîya Neteweyî, biratî û dêmokrasîyê ya parlamênta Tirkyayê pêşwazî dike û piştgirîya Herêma Kurdistanê ji bo her bizav û pêngaveke çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane û pêkvejiyanê tekez dike.
Serokatîya Herêma Kurdistanê 25 ê sibata 2026 ê peyamek parve kirine û tê de amaje daye ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî raporta komîtêya Yekîtîya Neteweyî, biratî û dêmokrasîyê ya parlamênta Tirkyayê pêşwazî dike û wê raportê ji bo aşîtî û çareserîyê wek pêngaveke girîng û arasteyeke rast dibîne.
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa gotîye: Pêşvebirina zimanê sîyaset û dîyalogê û pabendbûna bi çareserîya aşîtîyane ji bo avakirina tenahîya herdemî bingehên sereke ne, ku feydeyî dide tevahîya deverê.
Nêçîrvan Barzanî amaje jî daye:em li Herêma Kurdistanê wek her car piştgirî û hevkarîya xwe ji bo her bizav û pêngavekê, ku armanc jê çareserkirina aştîyane ya pirsgirêkan be û asoyekê nû ji bo biratî û pêkvejiyanê veke, tekez dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî jî dike ku di parlamênta Tirkyayê de ji bo zêdetir xurtkirina bawerîyê û bidestxistina wê aşîtîya ku her kes hêvî dike zêdetir pêngav bên avêtin.







