Yekîtîya Avropayê berî hilbijartinê wê 200 mîlyon yûro bide Ermenîstanê

Nûnerên Yekîtîya Avropayê, berîya serdana komîsar Marta Kosê ya ku 19-20 ê adarê û yekem civîna bilind ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê tê lidarxistin, ji bo nirxandina pêşketinên di pêşxistina ajandeyeke stratêjîk ya nû ya Yekîtîya Avropayê-Ermenistanê, serdana xebatê li Ermenîstanê kirine.Derheqa wê yekêda The Brussels Times ê ragîhandîye.
Li gorî daxuyanîyê, hevdîtin li ser baştirkirina girêdana herêmî di sêktorên veguhastin, ênêrjî û dîjîtal de bûne.Komîsyona avropî roja çarşemê elam kirîye ku di niqaşan de piştgirî ji bo destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê, ku paralel bi bernameya Yekîtîya Avropayê ya ji bo pêşxistina girêdana navherêmî ye, hatîye nîşandan.
Vebijarkên piştgirîya Yekîtîya Avropayê ji bo bernameyên pêşin yên ku bi hev re bi Ermenîstanê re hatine destnîşankirin, hatine behs kirin û warên wek bazirganî hatine niqaş kirin.
Dravdana 202,5 mîlyon yûro berê ji alîyê Kosê ve di serdana xwe ya îlona sala 2025 a de hatibû ragîhandin.
Ajandaya stratêjîk li ser bingeha peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ye, ku hevkarîya di navbera alîyan de rêk dixe.
Nûnerên Yekîtîya Avropayê her wiha piştgirîya xwe ji bo “berxwedana dêmokratîk” ya Ermenîstanê, di nav de parastina yekparçeya pêvajoya hilbijartinê ya pêşerojê jî, ji nû ve tekez kirine.







