H’emû nûçeSereke

Heger Îran bikaribe bersivên bi êş bide, ew ê neçar bimînin ku şer rawestînin:Pûya Hosêynî

Çareserkirina rewşê bi danûstandinan ne mimkûn bûne, ji ber ku danûstandin bi awayekî fermî bûne da ku êrîşa Amêrîkayê ya li ser Îranê rewa bikin.Derheqa wê yekêda, damezrînerê “Navenda pêşxistina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Îranê” Pûya Hosêynî  hevpeyvîna bi News.am ê re gotîye.

“Îranê xetên xwe yên sor bi zelalî dîyar kiribûn, lê wana dixwest Îranê bêçek bikin da ku Îran bernameya xwe ya navokî deyne alîyekî. Ev bi ewlehîya Îranê ve girêdayî ye û mafê Îranê tunebû ku ewlehîya xwe bixe xeterê.Ew danûstandinan bikar dianîn da ku şer rewa bikin û hêzên amêrîkî li herêmê bi cîh bikin. Dema ku ew ji xwe bi têra xwe cîh girtibûn, êrîş dest pê kirin”.

Li himber vê yekê, Îranê dest bi êrîşa li ser Îsrayêlê kirîye, her wiha baregehên amêrîkî yên li herêmê, ji Bahrêynê bigire heta Erebistana Saûdîyê, Kûvêytê û Qeterê. Ev ew welat in ku li ser axa wan baregehên amêrîkî hene. Îranê soz daye ku heger şerek çêbibe, ew ê bibe şerê tevahîya herêmê û ew welatên ku baregehên leşkerî dane Dewletên Yekbûyî, Îranê wana wek hedefên rewa dibîne”,- ewî gotîye.

Huseynî behsa daxuyanîya serokê Amêrîkayê kirîye ku vê carê êrîş wê berfirehtir bin û gotîye: “Pîvan wê mezin be.Amêrîka dixwaze di opêrasîyoneke kurt de encam bigire. Di qonaxa yekem de, wana hewil daye ku berpirsên payebilind yên îranî bikin hedef, lê çend deqe berê, wezîrê Îranêyî karên der ragîhandîye ku ev hedef bi ser neketin, dibe ku wana 1-2 fermandar winda kiribin û berpirsên payebilind sax û silamet in”.

Armanca wan ya din jî ew e ku çekên Îranê bi tevahî ji holê rakin, paşê tesîsên  atomî, tesîsên leşkerî û tesîsên polîsan ji holê rakin, da ku paşê bi karanîna ajanên xwe yekîtîya Îranê têk bibin, hewil bidin ku li dijî avahîyên hukumetê provokasyonan çêkin û wana desteser bikin.

Tramp bi eşkereyî li ser vê yekê axivîye û gotîye ku dema êrîşên hewayî rawestin, divê gelê Îranê derkeve û avahîyên hukumetê desteser bike.

Pispor tekez kirîye ku ew di şerê 12 rojî yê li dijî Îranê de têk çûn. Piştî wê, wana hewl da ku bi provokasîyonên navxweyî gilî û gazinên aborî bikar bînin da ku bigihîjin armanca xwe, ku ew jî têk çûn, niha wana biryar daye ku herduyan bi hev re bicêribînin.

Niha ew dixwazin hêzên ewlehîyê bikin hedef da ku ev girse derkeve kolanan û avahîyên hukumetê dagir bike.Armanca wan guhertina hukumetê li Îranê ye, ku ew bi dest nexistine”,- pispor tekez kirîye û gotîye ku Îranê zû bersiv daye û nîşan daye ku Îran amade ye li ber xwe bide.

Huseyînî destnîşan kirîye ku vê carê Îran amadetir bûye, li bendê bû ku şer çêbibe: “Heta cîgir jî ji bo hemî meqamên girîng hatine destnîşankirin, ango heger kesek bê hedefgirtin, pergal hilnaweşe, cîgir wê karê xwe bidomînin”.

Pispor behsa êrîşa li ser dibistaneke seretayî ya keçan li Îranê kirîye, ku di encamê de bi dehan kes mirine û gotîye ku ji bo wan xetên sor tune ne: “Îsrayêlê bi hezaran zarok li Felestînê kuştine û niha ji bo wan ne xêzeke sor e ku ew dibistanên zarokan li Îranê hedef digirin. Ev nîşan dide ku hedefên wan ne tenê tesîs û berpirsên leşkerî ne. Ev binpêkirina qanûna navneteweyî û sûcê şer e û divê ew di dadgehên navneteweyî de bersiv bidin”.

Dema ku ji wî hatîye pirsîn gelo Îran wê bikaribe ji vê êrîşa mezin bi windahîyên kêm derkeve û bi tevahî têk neçe, ewî wiha bersiv daye: “Kes nikare encamê pêşbînî bike, ew bi wê ve girêdayî ye ku gelo Îran dikare bersivên bi êş bide Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îsrayêlê. Di wê rewşê de, ew ê hewil bidin ku şer zû biqedînin, ji ber ku her ku qurbanî zêdetir bibin, raya giştî ya li Dewletên Yekbûyî wê zextê li hukumetê bike û ew ê di hundurê welêt de pirsgirêkan bibînin”.

Huseynî gotîye:”Ew li bendê bûne ku opêrasîyoneke bilez pêk bê, mîna ya li Vênêsûêlayê, ku ew ê encamên bilez bi dest bixin, ku ew ê serketî derkevin, lê niha divê Îran rewşê ji bo wan neguhêzbar bike. Heger şer dirêj bibe, ew ne di berjewendîyên wan de ye û ew ê qaydên lîstikê biguherînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button