H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê peyama serxweşîyê  serokkomarê Îranê re şandîye

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji ber qurbanîyên di nav rêberî û welatîyên Îranê de hatine tomarkirin, têlêgrama serxweşîyê  serokê Komara Îranêye Îslamî Mesûd Pêzêşkyan re şandîye.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, têlêgrama serxweşîyê ya ku ji hêla ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ve hatîye belavkirin tê kifşê:

“Em bi fikareke mezin pêşketinên li dora Îranê dişopînin. Ji kerema xwe serxweşîyên min ji bo serokatîya Komara Îranêye Îslamî û qurbanîyên di nav welatîyên wê de qebûl bikin. Em ê her gav rola şexsî ya rêberê bilind yê şoreşa Îslamî, Elî Xamênêyî di pêşxistina têkiliyên Ermenîstan-Îranê de bi bîr bînin”.

Di vê dema dijwar de, em hêvî dikin ku aşîtî û aramî di demek nêzîk de li Rojhilata Navîn bicîh bibe.

“Bi sûdwergirtina ji vê derfetê, ez ji We re sebir û aramîyê û ji gelê dost û cînar yê Îranê re jî aşîtî û tehemûlê dixwazim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button