H’emû nûçeSereke

Wezîrên  Ermenîstanê û Îranêye karên der bi rêya têlêfonê axivîne

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan  îro bi reya têlêfonê wezîrê Komara Îranêye Îslamî Sêyêd Ebas Araxçîra re axivîye.

Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya wezîreta Ermenîstanêye karên der fêr dibe, axaftinê de rewşa Rojhilata Navîn hatîye niqaşkirin.

Ararat Mîrzoyan serxweşî ji malbatên kesên ku li Îranê jîyana xwe ji dest dane elam kirîye û tekez kirîye ku girîng e rageşî kêm bibe û çareserîyeke aşîtîyê çêbibe.

Herwiha hevdîtinê de li ser mijarên mirovî jî axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button