H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê wê 3-4 ê adarê  bi serdana xebatê li Gurcistanêbe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan wê 3-4 ê adarê bi serdana xebatê li Gurcistanêbe.

Li gorî ragîhandina “Armenpressê” е, derheqa wê yekêda kanala Gurcistanêye yekem ragîhandîye.

Hevkarê ermenî wê ji alîyê serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Kobxîdzê ve bê pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina rûbirû ya serokwezîrên herdu welatan, wê civîna komîsyona hevkarîya aborî ya navdewletî ya Gurcistan-Ermenîstanê, ku bi hevserokatîya Îrakli Kobaxîdzê û Nîkol Paşîyan bê lidarxistin, pêk bê.

Îraklî Kobaxîdzê û Nîkol Paşînyan wê daxuyanîyên hevbeş bidin medyayê.

Serokwezîrê Ermenistanê  bi wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan, wezîra perwerdê, zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyanê, wezîrê rêveberîya herêmî û binesaziyê Davît Xudatyan, wezîrê aboriyê Gêvorg Papoyan û cîgirê wezîrê karên  der Vahan Kostanyan  serdana Gurcistanê  kirîye.

Tê diyarkirin ku agahî ji  alîyê karmendên hukumeta Gurcistanê ve hatine weşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button