
Du çavkanîyên bilind yên ji wezîreta pêtrolê ya Îraqê ji Rûdawê re ragîhandîye ku hinartina pêtrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê bi temamî hatîye rawestandin.
Çavkanîyeke ji şirketa pêtrola bakur ji Rûdawê re gotîye: “Biryara rawestandina hinartina pêtrolê ji alîyê şirketên pêtrolê ve hatîye dayîn”.
Şirketên pêtrolê yên li Herêma Kurdistanê ji wezîreta pêtrolê ya fêdêral re ragîhandîye ku ji ber vê rewşa niha ya li herêmê, ew nikarin karên xwe bidomînin.
Her wiha wan şirketan daye zanîn ku heta rewş aram bibe ew wê karên xwe rawestînin.
Bihayê pêtrolê gihîştîye asta herî bilind
Bihayê bermîleke pêtrola brent 7 dolaran biha bûye û bi 85,06 dolaran hatîye firotin.
Ev yek ji tîrmeha sala 2024 a ve asta herî bilind ya bihayê pêtrolê ye.
Şerê ku Amêrîkayê û Îsrayêlê li hemberî Îranê dimeşînin berfireh dibe.
Ev yek bûye sedema têkçûna veguhastina sotemenîyê.
Her wiha ji ber girtina tengava Hurmîzê metirsîya qutbûna dabînkirina pêtrolê û gaza Rojhilata Navîn zêde bûye. Ev jî sedema sereke ya bilindbûna bihayê pêtrolê ye.
Metirsîya karesateke aborî heye
Şêwirmendê serokwezîrê Îraqê yê karûbarên aborî Muzher Mihemed Salih ji Rûdawê re ragîhandîye:
“Girtina tengava Hurmîzê ji bo aboriya Îraqê aloziyeke giran e”.
Muzher Mihemed Salih destnîşan kirîye ku Îraq ji bo hinartina pêtrolê bi giranî pişta xwe bi wê rêya avî girêdide û 94 selefê pêtrola xwe bi rêya benderên başûr hinarde dike.
Pêwîst e hukumeta Îraqê ji bo dabînkirina maşên karmendan û xercên wezîret û projeyan rojane 3,5 milyon bermîl pêtrol hinarde bike.
Wê çavkanîya ji wezîreta pêtrolê ya Îraqê gotîye:
“Eger rewş heta 25 rojan bi vî awayî bidome û pêtrol neyê hinartin, wê demê wê karesateke aborî rû bide”.







