
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandîye, ew hemû hewlan didin ku Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê ji vî şerî biparêzin.
Piştî êrişên Amerîkayê û Îsrayêlê yên li Îranê êrişên bi mûşek û dronan yên li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî zêde bûne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişên li Hewlêrê daxuyaniyek belav kirîye.
“Em hewil didin ku xelkê Kurdistanê biparêzin”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê êrişên li Hewlêrê gotîye:
“Hinek alîyên li derveyî yasayê û têrorîst Hewlêr kirine armanca xwe.
Piştrast bin em hemû hewlan didin xelqê Kurdistanê parastî be û dûrî her şer û aloziyekê be”.
“Rê li ber têrorîstan bigirin”
Mesrûr Barzanî her wiha bangî hukumeta Îraqê kirîye ku “rê li ber van têrorîstan bigire” da ku îdî Herêma Kurdistanê nekin armanc.
Rewşa maş û êlêktrîk
Mesrûr Barzanî li ser mijara maş û rewşa êlêktrîk jî axivîye.
Serokwezîr diyar kirîye ku ew bi hukumeta fêdêral ya Îraqê re li ser xetê ne da ku pirsgirêka maş çareser bikin û spasiya sebira xelqê kirîye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje pê kirîye:
“Me hewleke cidî daye ku em îsal êlêktrîka 24 demjimêrî ji bo hemû Kurdistanê dabîn bikin. Em li ser wê soza xwe ne û em ê bi cih bînin”.
“Kêmbûna êlêktrîk demkî ye”
Mesrûr Barzanî sedema qutbûna êlêktrîk ya van demên dawî jî eşkere kirîye û gotîye:
“Piştî wî şerê ku derketîye û ew êrişên ku li ser kêlgehên pêtrolê û gazê hatine kirin, beşek ji şirketan ji bo parastina xwe hilberîna xwe kêm kiriye.
Ev jî bûye sedema kêmbûna êlêktrîkê. Ev rewş demkî ye û em hêvîdar in rewş asayî bibe”.
Serokwezîr daxwaz ji xelkê kirîye û gotîye:
“Ez hêvîdar im bi sebir bin û fêm bikin. Tiştê rû daye li derveyî îradeya me bûye lê em hemû hewlan didin ku kêm ziyan bigîhje xelqê Kurdistanê.”







