H’emû nûçeSereke
Mîrzoyan û Baron pêwendîya têlefonî de rewşa Rojhilata Navîn nirxandine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi rêya têlefonê bi wezîrê Fransîyayêyî karên Jan-Noêl Barot re axivîye. Derheqa wê yekêda “Armenpress” ê ragîhandîye ku ev peyam li ser rûpela wezîreta Ermenîstanêye karên dere fermî ya Facebook ê hatîye belavkirin.
Axaftina têlefonê de rewşa Rojhilata Navîn hatîye niqaşkirin. Li ser xebatên ku ji bo piştgirîya welatîyên li herêmên têkildar têne kirin, raman hatine parvekirin.
Wezîr Mîrzoyan girîngîya bidestxistina çareserîyeke aştîyan destnîşan kirîye.
Ararat Mîrzoyan û Jan-Noêl Barot tekezî li ser beşdarîya çalak ya di civîna bilind ya civaka sîyasî ya avropî ya li Yêrêvanê kirine ku meha gulanê de pêk hatîye.







