Paşînyan û Kobaxîzê li ser mijarên têkildarî têkilîyên stratêjîk yên Ermenîstan-Gurcistanê axivîne /vîdyo/

Hevdîtina taybet di navbera serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşinyan û serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Kobaxîze pêk hatîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji nivîsgeha serokwezîrê Komara Ermenîstanê ragîhandine ku di hevdîtinan de li ser mijarên berfireh yên têkildarî rojeva têkiliyên stratêjîk yên dualî niqaş kirine.
Pêşvebirin û berfirehkirina domdar ya hevkarîya bazirganî û aborî hatîye tekez kirin. Di vê çarçoveyê de, tekez li ser civîna 15 a ya komîsyona navdewletî ya hevkariya aborî ya di navbera Komara Ermenîstanê û Gurcistanê de hatîye kirin, ku wê bê lidarxistin.Aliyan bawerîya xwe diyar kirine ku ew ê ji bo hevkarîya dualî di warên cûda de teşwîqeke nû bide.
Serokwezîran her wiha li ser hejmareke mijarên girîng yên herêmî nêrînên xwe parve kirine. Girîngiya berdewamîya gavên ji bo misogerkirina aşîtî û aramîya herêmê hatîye tekez kirin.







