SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan rewşa giştî ya navçeyê gotûbêj kirine

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke têlefonî ji wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan wergirtîye.

Li gorî daxuyaniyeke hukumeta Herêma Kurdistanê, di peywendiyê de gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên şer û rageşiyên navçeyê hatine kirin.

Amaje bi wê hatîye kirin ku her du alî li ser giringiya parastina aşîtî, aramî û ewlehiya navçeyê hevnêrîn bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button