SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî:yekîtî sermaya me ya herî mezin e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kirîye ku yekîtîya gelê Kurdistanê sermaya wan ya herî mezin e û gotîye, “Parastina destkeftên niştimanî erkê herî sereke ye”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî  bi boneya salvegera 35 emîn ya raperîna adara sala 1991 ê peyamek belav kirîye û di peyama xwe de bi germî pîrozbahî li hemû kurdistanîyan, bi taybetî li pêşmerge û malbatên şehîdan kirîye.

“Raperîn berhema yekîtî û yekrêzîyê bûye”

Mesrûr Barzanî raperîn wek yek ji “destkeftên herî bi rûmet” yên gelê Kurdîstanê pênase kirîye û destnîşan kirîye ku ev serhildan berhema yekîtî û yekrêzîya hemû pêkhateyên cîhêreng yên Kurdistanê bûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dîyar kirîye ku bi saya vê xebat û têkoşînê,Herêma Kurdistanê xwedî qebareyeke sîyasî û sazîyên fermî û rewa ye.

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Salvegera 35 emîn ya raperîna mezin û birûmet ya sala 1991 ê ya gelê Kurdistanê de, ez bi germî pîrozbahîyê li hemû kurdistanîyan, bi taybetî li pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind yên şehîdan dikim.

Raperîn yek ji destkeftên herî birûmet yên gelê Kurdistanê ye ku berhema yekîtî û yekrêziya pêkhateyên cihêreng yên Kurdistanê bûye.

“Pêwîst e em bi her awayî wan biparêzin”

Herêma Kurdistanê îro di bin sîya raperîn, xebat, têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê de xwedî qebareyeke sîyasî û sazîyên fermî û rewa ye ku pêwîst e em bi her awayî wan biparêzin û hîn bêhtir bi pêş bixin.

Di vê salvegera birûmet de, em tekez dikin ku yekîtîya gelê Kurdistanê sermaya me ya herî mezin û herî bihêz e.

Çawa ku di bin sîya yekîtîya gelê Kurdistanê de raperîna adara sala 1991 ê bi ser ket, gihişt encamê û destkeftên îro ji wê berhem hatin, di vê kêliya îro de jî pêwîst e gelê Kurdistanê ji her demê bêhtir destkeftên xwe yên niştimanî û neteweyî biparêze da ku paşerojeke baştir û bipêşketîtir ava bibe.

Bîranîna raperîna dîrokî ya sala 1991ê bilind û birûmet be.

Silav li rihê pak ê şehîdên raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê.

Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button