
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, serokê parlamentê Heybet Helbûsî, serokwezîr Mihemed Şîya Sûdanî û serokê encimena bilind ya dadwerîyê Fayeq Zêdan ragihandine: “Êrişên li Îraqe û Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin”.
Serkirdeyên Îraqê ragîhandine ku ew red dikin axa Îraqê ji bo êrişkirina ser welatên cînar bê bikaranîn.
Civîna lûtkeya serokatîyan li koşika Bexdayê hatine lidarxistin.
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, serokê parlamentê Heybet Helbûsî, serokwezîr Mihemed Şîya Sûdanî û serokê encûmena bilind ya dadwerîyê Fayeq Zêdan beşdarî civînê bûne.
Civînê de rewşa ewlehî û sîyasî ya herêmê û bandorên wê yên li ser Îraqê bi hûrgilî hatine gotûbêjkirin.
Serkirdeyan ji bo parastina ewlehî û serwêrîya welêt û parastina nûnerên dîplomatîk piştgirî daye rêkarên hukumetê.
“Em êrişan red dikin”
Di daxuyanîya civînê de hatîye gotin:
“Îraq red dike ku axa wê ji bo destdirêjîya li ser welatên cînara bê bikaranîn.
Di heman demê de em hemû cureyên êrişên li bajarên Îraqê û Herêma Kurdistanê red dikin û wekî binpêkirina serwerîya niştimanî dibînin”.
Serkirdeyan bangî civaka navneteweyî kirîye ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê da ku rê li ber berfirehbûna xeleka nakokîyan bigirin.
Wana her wiha tekez kirîye ku dîyalog û rêyên dîplomatîk ji bo dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer tenê vebijêrk in.
Di asta navxweyî de, tekezî li ser temamkirina mafên destûrî û bihêzkirina yekrêziya niştimanî ya ji bo rûbirûbûna astengîyan hatîye kirin.
Her wiha hat xwestin ku hukumet di proseya reform û başkirina debar û xizmetguzariyên ji bo welatiyan de berdewam be.
Hişyarîya li ser gotegotan
Di dawiya civînê de, serkirdeyan li ser belavkirina gotegotan ya li ser medyaya civakî hişyarî daye.
Hatîye ragîhandin ku wê li hemberî her kesê ku gefê li aştîya civakî û ewlehîya navxweyî ya welêt bixwe rêkarên yasayî û dadwerî bên girtin.







