Beşeke din ya genimê Rûsyayê bi rêya Adirbêcanê ji Ermenistanê re hatîye şandin

Beşeke din ji genimê rûsî bi rêya axa Adirbêcanê ji Ermenistanê re hatîye şandin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ajansa adirbêcanîye Azertag ê ragîhandîye.
Tê destnîşankirin ku di vê gavê de,21 hezar tonn genim bi rêya trênê bi rêya axa Adirbêcanê ji Ermenistanê re hatîye veguhastin. Ji bo veguhestina vê mîqdara barhilgir bi tevahî 302 vagon hatine bikar anîn.
Her wiha tê ragîhandin ku 610 tonn gubre bi heman rêyê bo Ermenistanê hatîye veguhastin.
Cara dawî, trêneke barhilgir ku ji 8 vagonan pêk dihat, 560 tonn genimê rûsî bi rêya axa Adirbêcanê bo Ermenîstanê veguhastine.
Wek di rewşên berê de, vê carê jî genimê rûsî wê bigihîje Ermenîstanê, ne tenê ji axa Adirbêcanê, lê di heman demê de ji Gurcistanê jî derbas dibe, ji ber ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de girêdaneke raste-rast ya rîya hesin tune.
Yekem koma genimê rûsî 6 ê mijdara sala 2025 a de bi rêya Adirbêcanê gihîşte Ermenîstanê.Wê demê, 1000 tonn genim bi trênê bo Ermenîstanê hate veguhastin. 8 ê mijdarê, komeke din ya genimê Qazaxistanê, 1000 tonn bi rêya Adirbêcanê gihîşte Ermenîstanê. Piştî vê yekê, wezîrê Ermenîstanêyî aboriyê Gêvorg Papoyan ragîhandîye ku dabînkirina genim bo Ermenistanê bi rêya Adirbêcanê wê berdewam bibe.Aliyê rûsî jî berdewamîya dabînkirina genim bo Ermenîstanê bi rêya Adirbêcanê ragîhandîye.







