H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan ji rêberê olî yê Îranê Sêyêd Moctaba Xamênêyî re peyama pîrozbahiyê şandîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan peyama pîrozbahîyê ji rêberê înqilaba Îslamî Sêyêd Moctaba Xamênêyî re şandîye ji bo hilbijartina wî bo posta rêberê giştî.Di peyamê de wiha tê gotin:
“Ez ji bo hilbijartina We wek rêberê mezin yê şoreşa Îslamî pîrozbahîyê li te dikim.
Ez piştrast im ku pêwendîyên di navbera Ermenîstanê û Îranê de wê berdewam bibin û serkeftinên nû bi dest bixin.
Bi vê boneyê, ez ji gelê dost ê Îranê re aşîtî û aramîya mayînde dixwazim”.







