SerekeSîyasî

Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kirîye:derkevin

Birêvebiriya Amerîkayê derbarê karmendên xwe yên dîplomatîk yên li Tirkyayê de biryareke girîng ya ewlehiyê daye.

Wezîreta Amêrîkayêye karên der  ferman daye karmendên konsulxana Edeneyê û malbatên wan da ku ji bajêr derkevin.

Li gorî agahîyên ku di çapemenîya Amêrîkayê de hatine belavkirin, ev biryar ji ber “zêdebûna metirsîyên ewlehîyê yên li herêmê” hatîye girtin.

Karmendên amêrîkî tên vekişandin

Birêvebirîya Amêrîkayê ji karmendên konsulxaneyê yên li Edeneyê û malbatên wan xwestîye ku demildest ji bajar derkevin.

Edene ji bo Amêrîkayê wek yek ji navendên xwedî girîngiya stratejîk tê naskirin.

Her wiha ji ber nêzîkbûna wê ya bi baregeha esmanî ya Încîrlîkê re ku di çarçoveya NATO ê de tê bikaranîn, wekî yek ji nuqteyên dîplomatîk yên herî girîng yên Waşîngtonê yên li herêmê tê dîtin.

Hişyarîya geştê

Li gorî nûçeya ajansa Reuters ê, biryar ne tenê bi karmendên dîplomatîk re sînordar maye.

Wezîreta Amêrîkaêye karên der ji bo hemwelatîyên amêrîkayî hişyarîyeke nû ya geştê belav kirîye û bangî wan kirîye ku neçin parêzgehên başûr-rojhilatê Tirkyayê.

Her wiha ji wan hemwelatîyên amêrîkayî yên li herêmê jî hatîye xwestin ku “di demeke herî kurt de ji herêmê derkevin”.

Ewlehî û metirsîya şer

Rayedarên Amêrîkayê sedemên vê biryarê wiha rêz kirine:

– Zêdebûna metirsîyên ewlehîyê û nebûna aramîyê li herêmê.

– Îhtîmala şerê çekdarî.

– Metirsîya desteserkirina keyfî ji bo welatîyên amêrîkayî.

Ev biryara Amêrîkayê piştî zêdebûna alozîya di navbera Amêrîkayê, Îsrayêlê û Îranê ya li Rojhilata Navîn balê dikişîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button