H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê wê li parlamênta Avropayê biaxive

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê  11 ê adarê, bi dema Strasbûrgê seheta 12 a li parlamênta Avropayê gotarekê  raber bike.”Armenpress” ji daxuyanîya konsêya Avropayê agahdar bûye.

Ev axaftina serokwezîrê Ermenîstanê li parlamênta Avropayê ya duemîne, piştî serdana wî ya  sala 2023 a .

Raport balê dikişîne ser vê rastîyê ku axaftina Paşînyan wê berîya hilbijartinên parlamêntê yên li Ermenîstanêye 7 ê hezîrana sala 2026 a  pêk bê, ku tê çaverêkirin ku rêça têkilîyên welêt yên bi lez pêşve diçin û pêşveçûna pêvajoya aşîtîyê bi Adirbêcanê re destnîşan bike.

Daxuyanîyê de hatîye gotin: “Hukumeta Ermenîstanê ji bo pêkanîna aştîyeke mayînde bi Bekûyê re û normalîzasîyakirina têkilîyên bi Tirkyayê re, nêzîkbûna bi Rojavayê re û serlêdana muhtemel ya di pêşerojê de ji bo endametîya Yekîtîya Avrorpayê pabend e”.

Her wiha tê destnîşankirin ku Yekîtîya Avropayê niha bi Ermenîstanê re dîyaloga serbestberdana vîzayê dimeşîne û ji bo 5 ê gulanê jî civîna Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê tê plankirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button