
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wek serokê dewleteke hilberînerê ênêrjîya atomî li Parîzê di civîna ênêrjîya atomîye duyemîn gotarek raber kirîye.Ewî stratêjîya Ermenîstanê ji bo karanîna aştîyane ya ênêrjîya atomî raberî civaka navneteweyî kirîye.Civîn ji alîyê hukumeta Fransîyayê û ajansa ênêrjîya atomî ya navneteweyî ve hatîye organîzasîyakirin.
Nûnerên nêzîkî 40 welat û rêxistinên navneteweyî ji alîyê serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron û sêkrêtarê giştî yê ajansa ênêrjîya atomî ya navneteweyî Rafaêl Grosî ve hatine pêşwazîkirin. Beşdarbûna vê civînê ji bo Ermenîstanê girîng e, ji ber ku mijarên fînansekirina avakirina stansîya nû ya atomî û hevkarîya têknolojîk jî têne niqaşkirin.
Ermenîstan tekane welatê herêmê ye ku endamê qaşo “klûba atomî” ye û wek dewleteke hilberînerê ênêrjîya atomî beşdarî civînên bilind yên ênêrjîya atomî dibe. Serokwezîrê Ermenîstanê, ku ji bo beşdarbûna di civînê de çûye Parîzê, bi germî hatîye pêşwazîkirin. Serokkomarê Fransîyayê gotîye: “Nîkol, tu çawa yî?” û çûye ku wî hembêz bike.
Bala Êmanûêl Makron kişandîye ser xemla sîngê Nîkol Paşînyan, ku di şiklê nexşeyek rastîn ya Ermenîstanê de bûye. Makron ew nîşanî mêvanên din yên ku wêne dikişandin dida û di wê demê de serokên her du welatan jî karibûn sohbetek kurt bikin.
Civîna bilind ya ênêrjîya atomî bi gelemperî nûnerên 40 welatan û rêxistinên navneteweyî dihewîne. Beşdar bi piranî ew kes in ku berê ênêrjîya atomî bikar tînin yan jî stratêjyeke wan ya zelal ji bo danasîna wê heye. Di rewşa Ermenîstanê de, mirov dikare bêje ku her du şert jî hatine bicîhanîn.Sala 2024 a, di civîna bilind ya yekem de, Nîkol Paşînyan biryara dirêjkirina temenê xebitandinê ya stansîy atomî ya Mêsamorê heta sala 2036 a ragîhandîye.
Civîna bilind ya duyem berê li ser gavên pratîk û modêlên fînansekirinê ji bo avakirina stansîyake nû ya atomî disekine.
Serokwezîr Paşînyan axaftina xwe de destnîşan kirîye: “Hukumeta Ermenîstanê jî polîtîkayek ji bo parastina ênêrjîya atomî wek faktoreke girîng di ewlehîya ênêrjîyê ya Ermenîstanê de û wek pêkhateyeke sereke ya dabînkirina êlêktrîkê pejirandîye. Li gel pêşxistina têknolojîyên ewlehîyê, dirêjkirina temenê rêaktorên atomî yên xebitandinê rêyek di wextê xwe de û bi arzanî ji bo bidestxistina sifir emîsyonan peyda dike. Di vê çarçoveyê de, Ermenîstanê mîna gelek welatên ku li vir têne temsîl kirin, bernameyek da destpêkirin da ku temenê xebitandinê yê stansîya Ermenîstanêye atomî heta sala 2036 a dirêj bike. Ev dirêjkirin wê bingeheke zexm ji bo veguheztina serketî û ewledar ya yekîneya nû ya hêza atomî dayne”.
Ji bo vê armancê, bala me li ser nûbûnên di ênêrjîya natomî ya sîvîl de ye, bi taybetî, têknolojîyên rêaktorên modûlar yên biçûk, ku pêrspêktîvên geş raber dikin”.
Serokwezîrê Ermenîstanê piştrast kirîye ku Ermenîstan di warê ênêrjîya atomî de bi awayekî çalak bi ajansa ênêrjîya atomî ya navneteweyî re dixebite. Paşînyan ji bo hevkarîya wê ya nêzîk spasîya rêxistinê kirîye. Ewî her wiha tekez kirîye ku Ermenîstan ne tenê welatê cîhanê ye ku amade ye ku hilberîna ênêrjîya atomî bidomîne.
“Gelek welat niha fêm dikin ku ênêrjîya atomî, wek çavkanîyeke ênêrjîyê ya birêkûpêk û kêm-karbon, dikare bi çavkanîyên ênêrjîya nûjenkirî re baş bixebite, ne ku bi wan re pêşbazîyê bike. Ermenîstanê biryar daye ku têknolojîya rêaktorên modûlar yên biçûk bikar bîne. Em niha bi baldarî têknolojîyan dinirxînin û pêşnîyarên ji hevkarên navneteweyî dinirxînin.Pêvajoya hilbijartinê ji hêla nirxandinên pêbawerîyê, domdarîya demdirêj û pabendbûna me bi standartên herî bilind yên ewlehîya atomî, ewlehî û nebelavbûnê ve tê rêvebirin”.
Serokwezîrê Ermenîstanê tekez kirîye ku di tevahîya xebitandina stansîya atomî ya Ermenîstanê de tu bûyerek têkildarî ewlehîya atomî yan tîrêjê çênebûye.
Analîst tekez dikin ku hevdîtinên Nîkol Paşînyan li Franssyayê xwedî gelek astên girîng in. Mînak, têknolojîya rêaktorên modûlar yên hêza navîn yan biçûk bi alîyê fransî re tê nîqaşkirin. Fransîya ne tenê amûran, lê di heman demê de “êkosîstêmek” bêkêmasî jî raber dike: perwerdehîya pisporan û rêveberîya ewlehîyê. Li vir, Ermenîstan dikare bi EDF, pargîdanîya Électricité de France re hevkarîyê bike. Ev wek gaveke cidî ber bi cûre-cûrkirina girêdayîbûna ênêrjîyê ya Ermenîstanê ve tê dîtin, ku wê girêdayîbûna taybetî ya bi têknolojîyên rûsî kêm bike.
Hevdîtinên bi Rafaêl Grosî, sêkrêtarê giştî yê ajansa ênêrjîya atomî ya navneteweyî, ji bo rewatîya navneteweyî ya stansîya atomî ya Mêsamorê girîng in. Ewî ji nû ve piştrast kirîye ku avahîya ku ew serokatîya wê dike wê piştgirîya teknîkî ya berdewam peyda bike da ku ewlehîya xebitandina stansîyayê heta sala 2036 a mîsoger bike. Nirxandina erênî ya Grosî, bi awayekî mecazî, ji bo Ermenîstanê mertalek e li dijî rexne û daxuyanîyên li ser “xetereyê” ji welatên cînar, nemaze Adirbêcan û Tirkyayê. Hevdîtinên bi nûnerên Yekîtîya Avropayê re li ser fînansekirina stansîyake nû ya atomî yan yekîneya hêzê ne. Bi van hevdîtinan, Ermenîstan hewl dide ku konsorsîyûmeke navneteweyî biefirîne, ku tê de têknolojî dikare fransî yan amêrîkî be û fînansekirin dikare ji fonên avropî bê.
Ermenîstan di warê ênêrjîya atomî de xwedî gelek çarçoveyên yasayî ye. Ermenîstan di çarçoveya peymana -hevkarîya berfireh û pêşkeftîde bi Yekîtîya Avropayê û civaka ênêrjîya atomî ya avropî re hevkarîyê dike. Li ser dirêjkirina temenê xebitandinê yê stanîya atomî ya Mêsamorê û dabînkirina sotemenîyê bi Rûsyayê re peymanên dualî hene. Her wiha Ermenîstan bi ajansa ênêrjîya atomî ya navneteweyî re ji bo karanîna ewle û aştîyane ya ênêrjîya atomî gelek peymanên parastinê hene.
9 ê sibata 2026 a, hevkarîya bi Dewletên Yekbûyî re li vê lîsteyê hatîye zêdekirin. Li ser temamkirina danûstandinên li ser peymana “Li ser hevkarîya di navbera hukumeta Komara Ermenîstanê û Hukumeta Dewletên Yekbûyî de di warê bikaranîna aşîtîyane ya ênêrjîya atomî de” daxuyanîyeke hevbeş hatîye îmzekirin.
Mehek berê, serokwezîrê Ermenîstanê tekez kirîye: “Ev peyman wê rûpelek nû di hevkarîya ênêrjîyê ya kûrtir ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de veke, wê bi tevlêkirina têknolojîyên ewle û nûjen beşdarî cûre-cûrkirina çavkanîyên ênêrjîyê yên Ermenîstanê bibe”.
Ermenîstanê îsal di konfêransa bêçekkirinê ya li Jênêvê de behsa pêwîstîya bikaranîna ewle û aşîtîyane ya ênêrjîya atomî kirîye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, dema ku helwesta fermî ya Ermenîstanê raber kirîye, tekez kirîye ku bikaranîna ewle û aram ya ênêrjîya atomî ji bo armancên aşîtîyane yek ji pêşînîyên sîyaseta dewleta Ermenîstanê dimîne.







