
Tu sedemek tune ku em bixwazin bi dronekê li Adirbêcanêxin, heger biryareke wisa hebûya, ew ê tam li hedefê bixistana, mîna ku me li hin baregehên amêrîkî û Îsrayêlê xist. Derheqa wê yekêda balyozê Îranêyî li Ermenîstanê Xelîl Şîrgolamî hevpeyvîna bi kanala têlêvîzyonê ya “Şant” ê re gotîye, di derbarê êrîşa Îranê ya bi droneyê li ser balafirgeha Naxçêvanê, ku paşê têkilîyên di navbera her du welatan de aloz kirîye.
“Ji ber vê yekê, ev bûyer gumanbar bûye û bersiva Adirbêcanê nehevseng û nedostane bûye. Bertekên wan bûn sedem ku fermandarîya me ya leşkerî Komara Adirbêcanê hişyar bike ku li şûna destpêkirina van pêvajoyan, divê baldar be ku rêjîma Îsrayêlê ji axa wan êrîşî Komara Îranêye Îslamî neke, ji ber ku heger êrîşek çêbibe, em ê bê dudilî û bi tevahî biryardarî bersivê bidin. Dengvedana ku wan kirîye bi tevahî bê bingeh û bêwate bûye. Ez difikirim ku wan bi xwe jî ferq kirîye ku ev bertek ne guncav bûn û heta radeyekê wê rast dikin”.
Îsrayêl li Komara Adirbêcanê hêzeke ewlehîyê heye: em zanin, lê çawa ku me hemû welatên kendava Farisî hişyar kirîye ku di vî şerî de divê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û rêjîma sîyonîst şîyanên wan welatan li dijî Îranê bikar neynin, heman tişt ji bo yên din jî derbaz dibe.
“Em hiz dikin ku bi hemû welatên herêma Kafkasyayê re têkilîyên dostane û biratî yên bêkêmasî hebin û ez niha tu sedemek ji bo rageşîyê nabînim”.







