SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî:em rê nadin axa Herêma Kurdistanê ji bo Îranê bibe gef

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serperiştîya civîna bilind ya leşkerî û ewlehîyê kirîye û ragîhandîye:”Herêma Kurdistanê wê bi tu awayî nebe beşek ji şer û alozîyên herêmê”.

Di civînê de êrîşên dron û mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê hatine şermezarkirin û daxwaz ji Bexdayê hatîye kirin ku rê li ber wan êrîşan bigire.

Serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên pêşmerge Nêçîrvan Barzanî, bi amadebûna alîkarê serok Şêx Cefer Şêx Mistefa serperiştîya civîna bilind ya leşkerî û ewlehîyê kirîye.

Bipêşketinên ewlehîyê hatine nirxandin

Li gorî daxuyanîya serokatîya Herêma Kurdistanê, civînê de wezîrê pêşmergeyan, wezîrê karên navxwe, sererkanê pêşmergeyan û fermandarên bilind amade bûne.

Civînê de bi hûrgilî bipêşketinên ewlehîyê yên dawî yên herêmê û encamên şer û bandorên wê yên metirsîdar yên li ser Herêma Kurdistanê hatine gotubêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî civînê de ducare kirîye: “Herêma Kurdistanê wê bi tu awayî nebe beşek ji şer û alozîyan û parastina aramîya welêt wê di rêza yekem ya karan de be”.

Ewî her wiha tekez kirîye: “Wê bi tu awayî rê neyê dayîn ku axa Herêma Kurdistanê bibe çavkanîya gef û metirsîyê ji bo Komara Îraneye Îslamî yan her welatekî din yê cînar”.

“Divê Bexda berpirsyarîya xwe bi cîh bîne”

Mijareke din ya civînê taybet bûye bi êrîşên vê dawîyê.

Civînê de “bi tundî ew êrîşên têkderane hatine şermezarkirin ku ji alîyê komên li derveyî qanûnê yên Îraqê ve bi dron û mûşekan li Herêma Kurdistanê tên kirin û bûne sedema zirarên canî û madî”.

Di wê çarçoveyê de tekezî li ser wê yekê hatîye kirin ku “Hukumeta Îraqêye  Fêdêral berpirsyar e ku erka xwe bi cîh bîne ji bo rêlibergirtina wan êrîşan û dîtin û cezakirina encamderên wan”.

Her wiha  civînê de çend biryar û rê ji bo hewînkirina parastina asayîş û aramîya Herêma Kurdistanê û şêwaza serederîya dezgehên ragîhandinê ya li gel rûdan û pêşhatan hatine dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button