SerekeSîyasî

Şanda kurdên êzidî bi Êrdogan re civîyaye

Şandeyeke olî ya kurdên êzidî li ser vexwendina fermî ya alîkarê serokê AK Partîyê Zafer Sîrakaya, li Enqerê beşdarî bernameya fitarê bûye û bi serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Êrdogan re civîyaye.

Navenda çand û mafên êzidîyan bi daxuyanîyekê ragîhandîye ku 9 ê adara sala 2026 a şandeke bi serokatîya serokê encûmena olî ya civaka bawerîya êzidîyan ya li Almanyayê Şêx Xwedêda Adanî û Pîr Davûd Pamûkçî çûye Enqerê.

Şanda êzîdîyan beşdarî fitara kevneşopî ya Enqerê bûye ku di bin çavdêrîya serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Êrdogan de hatîye lidarxistin.

Bernameyê de gelek dîplomat, nûnerên civakên olî û mêvanên navneteweyî amade bûne.

Hevdîtina bi Êrdogan re

Li gorî daxuyanîyê, çarçoveya vê bernameyê de şanda êzîdîyan hevdîtineke taybet bi serokkomarê Tirkyayê Receb Tayîb Êrdogan re pêk anîye.

Hevdîtinê de, girîngîya parastina mafên olî, ewlehî û nasnameya çandî ya civaka êzîdîyan hatîye niqaşkirin.

Her wiha hatîye destnîşankirin ku divê li Tirkyayê û li seranserê cîhanê guh bidin daxwaz û berjewendîyên êzîdîyan.

Rewşa Şengalê û civîna bi Hakan Fîdan re

Şanda êzîdîyan bi wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan re jî hevdîtinek kirîye.

Civîna li gel Fîdan, bi taybetî rewşa niha ya êzîdîyên li Şengalê hatîye gotûbêjkirin.

Vê çarçoveyê de hatîye xwestin ku ji bo Şengalê aramî, ewlehî û çareserîyeke sîyasî ya mayînde bê peydakirin.

Hatîye dîyarkirin ku divê gelê êzîdî yê li wê derê dijî di nav rûmet, azadîya olî û ewlehîyeke daîmî de bijî.

“Gaveke girîng e”

Navenda çand û mafên êzîdîyan amaje bi wê yekê kirîye ku ev yek ji wan demên yekem e ku nûnerekî civaka êzîdîyan raste-rast bi serokkomarê Tirkyayê re dicive û pirsgirêk û daxwazên êzîdîyan tîne ziman.

Navendê ev civîn wek “gaveke girîng” pênase kirîye da ku mijarên êzîdîyan di asta sîyasî ya herî bilind de bên dîtin û gotûbêjkirin.

Dawîya daxuyanîyê de hatîye gotin ku ev cûre hevdîtin ji bo qewînkirina dîyalogê, pêkvejîyana olan û parastina kêmîneyên olî gelekî girîng in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button