SerekeSîyasî

Analîstê Îranî: Îran wê bedelên giran bide, lê wê heta dawîyê şer bike

Niha Îran di şer de ye û di van şert û mercan de pir girîng e ku rêberê ruhanî yê Îranê bê hilbijartin, ji ber ku der-dorên sîyasî û leşkerî li dora vê sazîyê dibin yek.Derheqa wê yekêda analîstê îranî Pûya Hosêyn hevpeyvîna bi News.am ê gotîye  û behsa wê yekê kirîye ku Moctaba Xamênêyî, kurê Elî Xamênêyî yê rehmetî, wek rêberê ruhanî yê Îranê hatîye hilbijartin.

“Ew yek ji stûna here girîng ya Komara Îranêye Îslamî ye û ji ber vê yekê di vê gavê de, ji bo parastina wê yekîtîyê, wê hêza navendî, kurê rêberê berê yê gîyanî hatîye hilbijartin, ji ber ku ew bi salan e bi hêzên ewlehîyê yên Îranê ve girêdayî ye.Heger di vê gavê de rêberekî din hatiba tayînkirin, dibe ku ew bi rastî nikaribe di dema şerekî de yekîtîyê mîsoger bike û pêşî li dabeşbûnên di navbera hêzên ewlehîyê de bigire”.

Bê guman, Amêrîka dixwaze li vir serokekî kûkle, mîna Vênêsûêlayê, destnîşan bike da ku bikaribe çarenûsa Îranê biryar bide, lê Îran red dike û heta ku desthilatdarîya wê hebe, ew ê heman pergalê biparêze.

Niha ew hewl didin ku bi hêza leşkerî wê guhertinê bikin. Ev jixwe roja 9 emîn ya şer e û di sîstêma Îranê de hilweşîn tune ye, şer bi heman tundîyê berdewam dike. Îran li ser axa xwe xwe diparêze, û di vê wateyê de ji bo wê hêsantir e. Heta berî şer jî, Îran ji bo ssnareke şer ya dirêj amadekarî dikir.Îranê tengava Hûrmûzê jî girtîye, ku ev yek zextê li ser aborîyên cîhanê dike. Em dibînin ku bihayê pêtrolê ji 110 dolarî derbaz bûye. Ev yek wê zextek mezin ya aborî bîne ser cîhanê. Îran gefê dixwe ku tranzîta ênêrjîyê li wê herêmê rawestîne û her ku şer dirêjtir bidome, Îran wê ewqas sûdmendtir bibe”,- ewî gotîye.

Pispor destnîşan kirîye ku Îran 30-40 sal in di şerekî aborî de ye, dorpêçên giran li dijî wê hatine sepandin. Îranê tu amûr, înstrûmanên bersivdayînê tunebûn, niha ev derfet ji bo Îranê efirandîye ku bersiv bide. Niha hemû rêyên pêtrol û tranzîtê girtîye û nahêle ku lîtreke pêtrol jî bi rêya tengava Hûrmûzê bê veguhastin. Bi vê yekê, Îran dikare qeydên lîstikê biguherîne.

Hosêynî tekez kirîye:”Bê guman, em hem ji hêla darayî û hem jî ji hêla fîzîkî ve zirarên mezin dikişînin, Îran di bin derbeyeke pir giran de ye, lê ev şer wê helwestên cîhanê ji bo 20-30 salên pêş de dîyar bike. Ev yek di heman demê de li dijî Çînistanêy ye, ji ber ku piştî Vênêzsûêlayê, ew jî dixwazin rêzêrvên pêtrolê yên Îranê kontrol bikin û bi vî rengî Çînistanê xizan bikin, li hember Çînistanê di rewşeke avantajtir de bin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button