H’emû nûçeSereke
Dêlêgasîya bi serokatîya Alên Sîmonyan wê here Tirkyayê

Şanda bi serokatîya serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wê 16-19 ê nîsanê ji bo beşdarbûna civîna yekîtîya navparlamêntîyêye 152 emîn here Stembolê (Komara Tirkyayê).
Nava şanda ku ji alîyê serokê parlamêntê ve tê rêvebirin serokê komîtêya daîmî ya têkilîyên der ya parlamênta neteweyî Sargîs Xandanyan (14-20 ê nîsanê), serokê komîtêya daîmî ya kar û barên darayî, krêdîtîyê û byûcêtîyê ya parlamêntê Sovînar Vardanyan (14-20 ê nîsanê) û endama fraksîyona “Peymana sîvîl” ya parlamêntê Hasmîk Hakobyan (14-20 ê nîsanê).







