H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hêdî- hêdî dibe  hevkareke girîng ji bo Yekîtîya Avropayê

Ermenîstan hêdî-hêdî dibe hevkareke girîng ya Yekîtîya Avropayê li Başûrê Kafkasîyayê.Derheqa wê yekêda komîsarê kar û barên navxweyî û koçberîyê yê komîsyona Avropayê Magnûs Brûnêr hevpeyvîna taybet de bi “Armenpress” ê gotîye û tekez kirîye ku hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê li ser nirxên hevpar hatîye avakirin:dêmokrasîyê, serwêrîya hiqûqê û armanca avakirina paşerojek azad û geş.

Komîsar destnîşan kirîye ku “Ermenîstan hevkareke pir girîng e ji bo Yekîtîya Avropayê û divê mirov bêje ku têkilîyên me qet nêzîktir nebûne.Salên dawî de, me di dîyaloga sîyasî û pêvajoya rêformê de pêşketinên girîng dîtine.Pejirandina rojeva stratêjîk ya nû ji bo hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê delîla vê pêşketinê ye, ku pêşînîyên azwer ji bo kûrkirina hevkarîyê di gelek waran de destnîşan dike”.

Bi nirxandina wî, ev hemû di wê rastîyê de jî dîyar dibe ku Yekîtîya Avropayê bi 60 welatan re zêdetir peymanên  bê vîza hene û Ermenîstan niha tekane welate ku Yekîtîya Avrorpayê bi wê re dîyaloga berdewam li ser serbestberdana vîzayê dimeşîne.

Brûnêr tekez kirîye: “Ev delîl e ku Yekîtîya Avropayê biryardarîya xwe ya qewînkirina hevkarîya me bi Ermenîstanê re nîşan dide”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button