H’emû nûçeSereke

Stansîyayên tevê heta sala 2025 a wê ji 14 selef ê hilberîna êlêktrîkê li Ermenîstanê peyda bikin

Heta sala 2025 a, 14 selefê êlêktrîka ku li Ermenîstanê tê hilberandin wê ji stansîyayên ênêrjîya rojê bê. Derheqa wê yekêda wezîrê ênêrjîyê û guherîna avhewayê Davît Xûdatyan vîdyoya ku li ser rûpela xwe ya Facebook ê hatiye weşandin gotîye.

“Stansîyayên ênêrjîya rojê yên ku kapasîteya wan ya sazkirî ji 1150 mêgavatî zêdetir e, niha bi pergala ênêrjîyê ya Ermenistanê ve girêdayî ne. Ev ji hedefa sala 2030 î bi qasî 150 mêgavat zêdetir e û ev hejmar bi berdewamî zêde dibe.Mezinbûn li gorî sala 2024 a ji  45 selefî zêdetir e”.

“Ji bo ku hûn ramanek li ser mezinbûna vê nîşaneyê bidin, divê ez bêjim ku nêzîkî 14 selefê hilberîna giştî ya Ermenîstanê ya par bi rêya stansîyayên ênêrjîya rojê hatîye hilberandin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button