Hejmara hevaltîyên têknolojîya bilind li Ermenîstanê zêde bûye û gihîştîye 10 778

Li Ermenîstanê,sala 2025 a de 10778 hevaltî di sêktora têknolojîya bilind de xebitîne.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî pîşesazîya têknolojîya bilind, Mxîtar Hayrapêtyan, di rûniştina komîtêya kar û barên aborî ya Ermenîstanê, di dema raberkirina raporta li ser pêşketin û encamên pêkanîna bernameya hukumeta Komara Ermenîstanê (salên 2021-2026 a) ji bo sala 2025 a de, ragîhandîye.
“Li gorî daneyên ku ji hêla hevkarên komîtêya dahata dewletê ve hatine peyda kirin, sala 2025 a de 10 778 hevaltî di sêktora têknolojîya bilind de xebitîne, li gorî 8 072 hevaltîyên ku di kanûna sala 2024 a de hatine tomar kirin. Sala 2025 a de, dahata sêktorê gihîştîye nêzîkî trîlyonek 207 mîlyon dramî, lê sala 2024 a de gihîştîye nêzîkî 942 mîlyard diramî.







