SerekeSîyasî

Li Holandyayê hilbijartin: 13 kurd namzed in

Hilbijartinên meclîsên şaredarîyan yên Holandyayê 18 ê gulana sala 2026 a tên lidarxistin.

Di van hilbijartinan de 13 namzedên kurd ji nav partîyên sîyasî yên cuda ji bo bidestxistina kursîyên nûnertîyê hevrikîyê dikin.

Li bajarên girîng namzed in

Ev namzedên ku ji perçeyên cuda yên Kurdistanê ne, li çend bajarên girîng bûne namzed.

Hêmin Hewêzî ji Partîya Xiristîyan Dêmokrat li bajarê Zoêtêmêrê namzedê 2 yem e.

Sayê Omêr Bîle li bajarê Harlêmê namzeda 7 an e.

Samîr Şerîf li bajarê Haagê namzedê 25 a n e û Çinûr Zagros jî li bajarê Êyndhovênê namzeda 31ê ye.

Her wiha li bajarên cuda nêzîkî 10 namzedên din yên kurd jî hene.

“Pêwîst e kurd di meclîsan de xwedî nûner bin”

Samîr Şerîf ciwanekî kurd e û li Holandyayê ji dayîk bûye.

Samîr Şerîf ji tora medyayî ya Rûdawê re axivîye û behsa girîngiya hilbijartinan kirîye.

Ewî diyar kirîye ku li bajarên Holandyayê revendeke mezin ya kurdan heye û gotîye: “Pêwîst e kurd di meclisan de xwedî nûner bin”,

Samîr Şerîf bal kişandîye ser girîngîya siyasî ya bajarê  Haagê ku ew bi xwe jî li wir namzed e.

Şerîf daye zanîn kuHaag navenda biryardanê ya Holendyayê ye û bangî kurdên wî bajarî kirîye ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin.

Bandora raste-rast li jiyana welatayan

Desthilata şaredarîyan ya li Holandyayê raste-rast bi jiyana rojane ya xelkê ve girêdayî ye.

Şaredarî bi taybetî di warên xanî, rê û xizmetguzarîyên giştî de xwedî roleke sereke ne.

Ev yek bandoreke raste-rast li jiyana welatîyan dike û ji ber vê yekê hilbijartinên encûmanên şaredarîyan gelekî girîng in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button