
Li gorî nûçeya Al-Hadatê, civîn li paytext Rîyadê bi beşdarbûna wezîrên karên der û nûnerên Erebistana Saûdîyê, Adirbêcanê, Urdunê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Bahrêynê, Pakîstanê, Tirkyayê, Sûryayê, Qeterê, Kûvêytê, Libnanê û Misrê pêk hatîye.
Beşdarên civînê bang li Îranê kirine ku hesabên xwe yên xelet ji nû ve binirxîne û tekez kirine ku binpêkirinên berdewam yên prînsîpên cîrantîya baş û serwêrîya dewletê wê bandoreke girîng li ser ewlehîya Îranê û herêmê û her weha li ser wê jî bike û wê sîyekê li ser têkilîyên wê bi welat û gelên herêmê re biavêje, ku li himber gefên li ser çavkanîyên wan bêçalak namînin.
Beşdaran tekez kirine ku divê Îran tavîlê hemû êrîşan rawestîne, xwe ji her kiryar yan gefên provokatîv yên li dijî welatên cînar dûr bigire û piştgirî, fînansekirin û çekdarkirina alîgirên xwe yên li welatên erebî rawestîne.Di heman demê de, beşdaran êrîşên Îranê yên li ser Urdunê, Adirbêcanê û Tirkyayê niqaş kirine û şermezarkirin û redkirina xwe ya van êrîşên qestî yên Îranê yên bi karanîna mûşekên balîstîk û dronan ji nû ve piştrast kirine.
Her wiha wan tekez kirine ku ev êrîş nayên rewakirin û mafê dewletan yê parastina xwe tekez kirine. Beşdaran bang li Îranê kirine ku tavîlê êrîşan rawestîne û rêzê li hiqûqa navneteweyî, hiqûqa mirovî ya navneteweyî û prînsîpên cînartîya baş bigire wek gaveke yekem ber bi kêmkirina rageşîyê, bidestxistina ewlehî û aramîyê li herêmê û vejandina dîplomasîyê ji bo çareserkirina krîzan bigire.
Wana tekezî li ser girîngîya dûrketina ji her kiryar yan gefên ku wê rê li ber keştîvanîya navneteweyî li devtenga Hormûzê bigire yan jî ewlehîya deryayî li devtenga Bab Êl-Mandêbê bixe xeterê kirine û bang li Îranê kirine ku tavîlê êrîşên xwe rawestîne û rêz li qanûna navneteweyî û prînsîpên cînartîya baş bigire.
Vê çarçoveyê de, beşdaran piştgirîya xwe ji bo ewlehî, aramî û yekparçeya axa Libnanê, qewînkirina serwêrîya dewleta Libnanê li seranserê axa wê û biryara hukumeta Libnanê ya sînordarkirina xwedîtîya çekan ya dewletê ji nû ve tekez kirine. Her wiha wana êrîşa Îsrayêlê ya li dijî Libnanê û polîtîkayên wê yên berfirehkar li herêmê şermezar kirine.
“Beşdaran biryardarîya xwe ji bo berdewamîya şêwirmendîyên tund û hevrêzîyê, şopandina pêşketinan û nirxandina şert û mercên nû ji bo avakirina helwestên hevpar û girtina tedbîr û kiryarên qanûnî yên pêwîst ji bo parastina ewlehî, aramî û serwêrîya xwe û her weha rawestandina êrîşên hovane yên Îranê li ser axa xwe ji nû ve piştrast kirine”.







