SerekeSîyasî

Wezîreta pêşmerga: li Hewlêr û Silêmaniyê bi dronan êrîş li du baregehên me hatine kirin

Wezîreta pêşmerga ya hukumeta Herêma Kurdistanê ragîhandîye, baregehên wan li Hewlêr û Silêmaniyê bûne armanca êrîşên drona û di encamê de 3 pêşmerge birîndar bûne. Wezîretê bang li Bexdayê kirîye ku sînor ji bo van êrîşan deyne.

Wezîreta pêşmerga di daxuyanîyekê de aşkere kirîye,18 ê adarê du baregehên yekeyên ser bi wezîreta pêşmerga ve li her du parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê bûne armanca êrîşên dronî û di encamê de sê pêşmerge birîndar bûne.

Di daxuyanîyên de hatîye diyarkirin: “Ev destdirêjîya neberpirsyarane di demekê de ye ku berê jî çend caran baregehên hêza pêşmerga rastî bombebaranan hatine.” Wezîretê herwiha destnîşan kirîye, derbarê van binpêkirinan de wana fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî û fermandarîya opêrasîyonên hevbeş agahdar kirine.

Wezîreta pêşmerga di beşeke din ya daxuyanîya xwe de bi tundî ev êrîş şermezar kirine û daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kirîye ku wek fermandarê giştî yê hêzên çekdar bi erka xwe ya yasayî rabe û sînorekî ji van destdirêjiyên navxweyî re deyne.

Di dawîya daxuyaniyê de wezîretê tekez kirîye, divê pêngavên bilez û bên avêtîn ji bo rêgirtina li wan “grûpên ji derveyî yasayê” da ku rê li ber dûbarebûna van kiryaran bê girtin, ku ev cure êrîş dibin gefeke cidî li ser asayîşa tevahîya navçeyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button