
Zanyarê sîyasî, lêkolînerê navenda analîtîk ya APRI Ermenîstanê û rojhilatzan Sêrgêy Mêlkonyan hevpeyvîna bi News.am ê re gotîye ku armanca dawî ya Îsrayêlê di şerê li dijî Îranê de guhertina rejîmê ye, ji ber ku Têl Aviv tenê vê rêyê dibîne da ku gefê li ser ewlehîya xwe bêbandor bike.
Li gorî wê, Îsrayêl plana xwe bi qonaxan pêk tîne. Qonaxa yekem ji holê rakirina biryarderan, piştre jî binesazîya leşkerî û navokî. Qonaxa sêyemîn jî ji holê rakirina fermandarîya navîn ya ku dikare alîkarîya Îranê bike ku xwe ji nû ve ava bike û welêt birêve bibe, pêk anîye. Pispor destnîşan kirîye ku “Ji ber vê yekê ew bi taybetî fermandarîya navîn hedef digirin, him di nav komên çekdar yên bi Îranê ve girêdayî de û him jî di nav welêt de”.
Mêlkonyan tekez kirîye ku Îsrayêl negihîştîye armanca xwe ya sereke ya bêparkirina Îranê ji derfeta vegerandina potênsîyala xwe ya leşkerî. Wek mînak, ewê êrîşa dawî ya mûşekî ya Îranê nîşan daye, ku karîbû ji pergalên astengker yên Îsrayêlê û amêrîkî bireve û li çend hedefan, di nav de herêma derdora balafirgeha Bên-Gurîon, bixe.
Analîst wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Her kes li Îsrayêlê fêm dike ku ev kêliyeke dîrokî ye û pencereya derfetê wê heta hetayê vekirî nebe. Ji ber vê yekê, divê ew ji vê yekê herî zêde sûd werbigirin” û lê zêde kirîye ku meseleya Îranê yek ji wan çend waran e ku tê de di civaka Îsrayêlê de lihevkirinek çêbûye.







