
Serokkomarê Fransîyayê Emanuêl Makron tekezî li ser parastina serwêrîya axa Îraqê kirîye û ragîhandîye ku divê Îraq ji alozî û şer bê dûrxistin.
Li Bryûsêla paytexta Bêlçîkayê civîna rêberên Avropayê tê lidarxistin.
Serokkomarê Fransyayê Emanêll Makron berîya civînê ji rojnamegeran re axivîye.
Serokkomarê Fransîyayê Emmanêl Makron pirsa nûçegîhana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandîye.
Makron di destpêka axaftina xwe de behsa kuştina leşkerekî welatê xwe kirîye û gotîye:
“Ez dixwazim rêz û pêzanîna xwe ji bo serbazê me, mayor Frîon diyar bikim, ku ji alîyê milîsên nêzîkî Îranê ve li Îraqê hatîye kuştin”.
“Em şanazîyê bi vê pêbendiyê dikin”
Serokkomarê Fransyayê li ser hebûna hêzên welatê xwe yên li herêmê, amaje bi wê yekê kirîye ku Fransya ji sala 2015 a ve ji bo şerê li dijî komên têrorîst û DAIŞ ê û her wiha ji bo piştgirîya serwêrîya Îraqê li wî welatî ye.
Makron gotîye: “Em gelekî şanazîyê bi vê pêbendiya xwe dikin, çi li Bexdayê be, çi li Hewlêrê be”.
Makron di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser pêwendîyên wî yên bi serkirdeyên Îraqê û Herêma Kurdistanê re, gotîye:
“Gelek caran derfet ji bo min çêbûye ku ez bi serok Nêçîrvan Barzanî û her wiha serokwezîr Sûdanî re biaxivim.
Em li gel Îraqê, serwêrî û yekparçeya axa wê ne”.







