H’emû nûçeSereke

Mirzoyan li ser îhtîmala şerekî nû heger hin hêzên opozîsyonê bên hilbijartin, teqez e ku perspektîveke wisa dikare hebe

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan behsa daxuyanîya serokwezîr Nîkol Paşînyan kirîye ku heger hin hêzên opozîsyon bên ser desthilatê, Ermenîstan herî dereng heta îlona sala 2026 a wê bi şerekî nû re rû bi rû bimîne.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, Mirzoyan li civîna çapemeniyêye li parlamêntê bi rojnamevanan re li ser mijarê axivîye.

Dema ku ji serokwezîr hatîye pirsîn ku bi vî rengî bawarîyê tarîxên şerekî nû ji ku derê dîyar dike û gelo ev ne şantaj e, Mîrzoyan wiha bersiv daye:

“Ez difikirim ku serokwezîr gotîye ku ev term şertî ye, ango mebesta wî demeke kurt piştî hilbijartinan e. Û ku pêrspêktîveke wisa dikare hebe, ne eşkere ye. Îdêolojîya hin derdorên muxalefetê ew e ku bi hemî welatên cînar re pirsgirêkên axê hene, îdîa û armancên me yên axê hene. Eşkere ye ku heger mirovên bi vê hişmendiyê bên ser desthilatê, wê di cîh de bi cînara re pirsgirêk çêbibe. Û dema ku meriv mêtodolojîya ku welat van rojan hewil didin pirsgirêkan çareser bikin li ber çavan bigire, Ermenistan wê bi îhtîmaleke mezin di cih de bi şer re rû bi rû bimîne. Em dibêjin ku welatê me hewceyê aşîtîyê ye. Di şert û mercên din de, bi bawerîya me ya kûr, ne serkeftin, ne pêşkeftina Ermenîstanê, lê hebûna Ermenîstanê wek dewleteke serbixwe wê di gumaneke mezin de be.Aşîtî pêşniyara me ye ji bo welatîyan û pêşniyareke paralel heye: “na, em qet ne hewceyî vê Ermenîstanê ne, em xema vê yekê nakin, em hewceyê hinek Ermenîstanê ne. Niha, gelo ez di pêşniyara me de êlêmenteke şantajê dibînim? Na, ez nabînim çima em dibêjin, em baş dikin, ev pêşnîyara me ye ji bo welatîyên Ermenîstanê”,- Mîrzoyan destnîşan kirîye.

Ararat Mîrzoyan behsa yek ji çavdêriyên rojnamevanan kirîye ku hukumeta niha ya Komara Ermenîstanê şer anîye serê gel û gotîye ku hukumeta wan şer neanîye, şer encama sîyaseta xelet ya zêdetirî 30 salan e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button