H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn bi rêya têlefonê axivîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi rêya telefonê axivîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ragîhandine ku di hevdîtinan de mijarên têkildarî çarçoveya rojeva dualî hatine nîqaşkirin û li hev kirine ku di derfeteke guncaw de niqaşê bi şêweyê hevdîtinê bidomînin.







