
Peyama serokê Herêma Kurdistanê li nav ahengê Newrozê ya bajarê Dîyarbekirê yê Bakûrê Kurdistanê hatîye xwendin, ku tê de cejina Newrozê û sersala nû ya kurdî bi germî û ji dil li hemû gelê kurd pîroz dike û hêvîdar dike ku ev cejinê ji bo hemîyan bibe sedema xêr û aramîyê.
Peyama serokê Herêma Kurdistanê:
Xûşk û birayên hêja, amadebûyîyên birûmet,
Ez cejtna Newrozê û sersala nû ya kurdî bi germî û ji dil li hemû gelê kurd û li we yên hêja pîroz dikm, ku li vê derê li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne.
Newroz ji bo me cejineke taybet e, sembola vejîn û îradeya jîyanê ye, herwesa nîşandana hêvîyên miletekî ye ku her tim têhnîyê azadîyê û pêkvejîyanê bûye. Ez hêvîdar im ev cejin ji bo hemîyan bibe sedema xêr û aramîyê.
Amadebûyîyên qedirgiran, ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekê salane yê ciwan bi serê xwe cejina jîyan û ciwanîyê û nîşana daxwaz û peyama gelê kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdu.
Demekê de ku em îro cejina Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştevanîya xwe ya dilsozane ji bo aşîtîyê tekez bikin. Pêkanîna aşîtîyê li Tirkyayê karekî dîrokî ye û ji bo berjwendîya her du gelên tirk û kurd û tevahîya herêmê ye. Aşîtî rêya yekane ye ku paşerojeke geş ji bo nifşên me mîsoger dike.
Gelê hêja, em pir ji kevin de cînar û hevqeder in. Çarenivîs û berjwendîyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramîyê, em dikarin bi ser astengîyên bikevin û jîyaneke birûmet ji bo her kesî ava bikin.
Li vê derê, ez spasî û destxweşîyan ji bo hemû wan gavan dubare dikim ku heta niha ji bo biserxistina aşîtîyê hatine avîtin. Em bi hêvî li van bizavan dinêrin û çevê me li gavên zêdetir e. Em li Herêma Kurdistanê dîsa hevkarîya xwe ji bo biserxistina aşîtîyê nîşan didin û em li benda bidawîbûna pevçûnan û bicîhkirina aramîyê ne.
Werin em hemî pêkve kar bikin, ji bo ku di van rojan de ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar de derbaz dibe aşîtî bibe rastîyeke herêmî û hertimî.
Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.







