
Serokê Amêrîkayê Donald Tramp dikeve hefteya sêyemîn ya şerê li dijî Îranê û bi krîzekê re rû bi rû ye ku xuya ye ji destê wî derdikeve: bihayên ênêrjîyê yên cîhanî bilind dibin, Dewletên Yekbûyî ji hevalbendan veqetîyaye û leşkerên bêtir ji bo bicihkirinê têne amadekirin, tevî soza wî ya ku şer dê tenê “gereke kurt” be, Reuters ê ragîhandîye.
Lê daxuyaniya wî ya roja înîyê ku dibêje şer “bi awayekî leşkerî hatîye qazanckirin” bi rastîyê re nakok e: Îraneke serhildêr dema ku li herêmê êrîşên mûşekî dike, dabînkirina pêtrolê û gazê ya kendava Farisî qut dike.Tramp, ku bi soza dûrxistina Dewletên Yekbûyî ji destwerdanên leşkerî yên “bêaqil” dest bi kar kirîye, niha xuya dike ku ne li ser encamê û ne jî li ser rêça pevçûnê ku ewî alîkariya destpêkirina wê kiriye, tu kontrolek tune.
Li gorî raporên medyayê, sînorên desthilata Tramp-dîplomatîk, leşkerî û siyasî-heftêya borî bi tundî derketin holê.Karbidestekî din yê qesira Sipî gotîye ku ew ji ber berxwedana endamên NATO ê û hevkarên din yên bîyanî ji bo şandina hêzên xwe yên deryayî ji bo ewlekirina devtenga Hurmuzê matmayî maye.
Çavkaniyeke nêzîkî nîqaşan gotîye, ji ber ku serok nexwest ku tenê xuya bike, hin alîkarên qesira Sipî şîret li Tramp kirine ku “rêyek derketinê” ya bilez bibîne û çarçoveya çalakîya leşkerî sînordar bike. Lê ne diyar e ka ev arguman wê têra xwe be ku Tramp biguhezîne.







